12. Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Hambûrgê bi dawî bû

Festîvala 12’an a Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê ya li Almanyayê a bi dirûşmeya “Çar perçe, yek sînema” duh bi dawî bû.

Di festîvalê de ji 4 aliyên Kurdistanê 40 film, ji 28’ê Cotmehê heta 3’yê Mijdarê hatin nîşandan.

Di festîvalê de Filma Pele ya derhêner Şoreş Vakili hêjayî xelata filma herî baş hat dîtin.

Ev film behsa xizmetkarekî paqijiyê yê li holeke sînemayê ku berê leşker bû, dike.

Filma Quarantine a derhêner Mohammed Reza Ardalan ya duyem hat dîtin.

Filma Cudiyê Miradan a derhêner Semiha Yildiz jî bû filma sêyemîn a festîvalê.

Evîn Berazî jî, ji bo kurtefilma xwe Starting Over xelata taybet wergirt.

Back to top button