PKK ji lîsteya “terorê” derxînin!

Li qada navneteweyî, li dijî neheqiya ku li PKK’ê û doza gelê Kurd hatiye kirin dengê nerazîbûnan zêde dibe.
29 kesayetên navdar bi vê armancê ji bo PKK’ê ji lîsteya “terorê” were derxistin dest bi kampanyayê kirin.

29 kesayetên navdar ji siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aştîxwaz, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan, Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan ava kir.

Weke gava pêşî, înîsyatîfê ji bo PKK ji nava lîsteya “terorê” ya Yekîtiya Ewrûpayê were derxistin dest bi kampanyayekê kir.

Însiyatîfê ragihand ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan divê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, PKK’ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne û wiha got:

Çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd şertê destpêkê yê pêkhatina demokrasî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

Bêyî diyaloga li gek PKK’ê çareseriya aştiyane nepêkan e

Her şer wê dawiyê, bi çareseriya siyasî bi encam bibe. Ev rastî ji bo şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan jî dike wiha ye.

Rêya vê yekê diyalog û danûstandinên li gel PKK’ê ye.

Lê belê bicihkirina PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorê de bi tena serê xwe li pêşiya diyalogê asteng e.

Diyar e ku di mijara bicihkirina PKK’ê li lîsteyê de, rewşa wê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehatiye girtin, ne pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015 û ne jî rola nû ya PKK’ê ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Divê neyê jibîrkirin ku bi saya têkoşîna gerîllayên PKK’ê, gelek herêm ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Tevî vê rastiya berbiçav jî, bicihkirina PKK’ê di lîsteyên terorê de û qedexkirina xebatên wê, tê wateya piştgiriya ji bo kirinên nehiqûqî, dij-demokratîk ên Tirkiyê li Rojhilata Navîn.

Tirkiye ku hêza xwe dispêre repiştgiriya dewletên rojavayî, dagirkerî, talan, qirkirin û komkujiyan di bin navê şerê li dijî “terorê” dike.

Hebûna navê PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ de ne tenê Kurd, di heman demê de dihêle ku li Tirkiyê zextê li parêzvanên mafên mirovan, akademîsyenên aştîxwaz, kedkarên çapemeniyê û rojnamevan jî zêde bike.

Weke tê zanîn, li ser daxwaza endama NATO, Tirkiye, sala 2002’an PKK li ‘lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê’ hat bicihkirin.

Lê belê Dîwana Edaletê sala 2018’an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi rengekî neheq di lîsteyê de hatiye hiştin.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020’î bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst were dîtin.

Ji ber van sedeman em weke alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteya “terorê” were derxistin.

Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awûstûrya
Slavoj Žižek – Fîlozof/Slovenya
Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE
Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efxanistanê
Miguel Urbán Crespo – Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya
Srećko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan
David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal
Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya
Paolo Ferrero – Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê/Îtalya
Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu
Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî
Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc
Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa
Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa
Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin
Prof. Achin Vanaik – Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan
Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) /DYE
Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya
Prof. Raúl Prada Alcoreza – Zanîngeha San Andres /Bolivya
Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela
Villo Sigurdsson – Şaredarê Berê yê Kopenhagenê
Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê/Danimarka
Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd
Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc
Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc
Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd
Dr. Jonas Staal – Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda
Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya
Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede

Back to top button