“Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê hemû qanûnan binpê dike”

Endamê Komîteya Rêber Ocalan a Tebqayê, Mûsene EbdulKerîm anî ziman ku dewleta Tirk bi giramkirina tecrîda li ser rêber Apo hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Mûsene Ebdulkerîm diyar kir ”Rêber Apo nûnertiya vîna gelên azad, dike ji bo wê jî dewleta Tirk ew girtiye û tecrîd li ser giran kiriye”.

Ebdulkerîm bal kişand ser encamên Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û da zanîn ku pêngav di gelek malperên ragihandinê de deng veda û rastî pêşwazeyk baş ji aliyê welatên Ereb û Ewropî jî hat.

Di dawiyê de Musene Ebdulkerîm behsa kampaniyaya Haştagê ya Azadî ji Ocalan re jî kir û piştrast kir wê kampanya heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.

Back to top button