Efrin..Di navbera eşîra Bobene û çeteyên Tirkiyê de şer qewimî

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji televîzyona me re ragihand dewleta Tirk piştî kurdan niha Erebê ku berê li Efrîn bûn jî dide koçberkirin li gorî xwe demografiya herêmê diguherîne. 

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku roja çarşemê di navbera çeteyên Cebeha El-Şamiyê û eşîra Bobene ya li Efrîna dagirkirî şerekî giran rû da.

Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ev eşîr rastî binpêkirinan tê û gelek kes jê jin jî hatin kuştin.

Her wiha eşkere kir ku berî vî şerî Şêxê eşîrê Şêx Faris Mihemed ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û li hember fidyeyên giran hat berdan.

Şêxo di dewamiya axaftina xwe de dibêje:

“Ji ber ku eşîra Bobene eşîreke mezin e û xwedî erd, mal û milk in ev şer qewimî, da ku çete bikaribin dest deynin ser mal û milkên wan.”

Piştî kurdan niha çeteyên dewleta Tirk berê xwe dane eşîr û pêkhateyên Ereb jî da Efrînê ji gelê wê yê resen vala bike û li gor xwe demografiya wê biguhere.”

Back to top button