Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka Sûrî ne li Cenev li Sûrî ye. Ebid daxuyakirin ew ji bo çaresriya aloziya Sûriyê amade ne.
Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve ji bo yekîtiya Sûrî dixebite û got:
“Divê ji bo parastina yekîtiyê destûreke sûrî ku mafê hemû pêkhateyan diparêze were amadekirin.”
El Ebid piştrast kir ev diyalogên çareseriyê ne li Cenev û welatên Ewropa divê li ser axa Sûrî pêk werin.
Hemdan El-Ebid destnîşan kir hin xalên hevbeş hene dikarin bi hikûmeta Şamê re li ser hev bikin û bi diyalogan çareser bikin
El-Ebid dawiyê bang li Rûsyayê kir ku erka xwe bi cih bîne, zextê li hikumeta Şamê bike ji bo diylogên cidî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk werin.



