KNK’ê li Silêmaniyê bi berpirsên YNK’ê re hevdîtin pêk anîn

Di çarçoveya yekîtiya netewî ya Kurdî de, Şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê li Silêmaniyê bi berpirsên Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya KNK’ê bi Rêveberê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar re civiya.

Piştî serdanê Mela Bextiyar û Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs ji çapemeniyê re axivîn.

Bextiyar destnîşan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî divê aliyên siyasî nakokiyên ji beriya êrîşa li ser Rojava bidin aliyekî.

Mela Bextiyar got: Dvê em bi hev re ji bo bidestxistina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de xebatê bikin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî axivî û diyar kir ku destkeftiyên Kurdan di xeteriyê de ne ji bo wê armanc ew e ku hemû alî nêzî hev bibin.

Şandeya KNK’ê li gel Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resul û Endamê Polîtburoya YNK’ê Sedî Pîre jî civiya.

Kosret Resul diyar ku kir ku Kurd tenê bi yekhelwestê û yekrêziyê dikarin bigihêjin mafên xwe.

Şandeya KNK’ê her wiha îro serdana Berpirsa Navenda Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî kiribû.

Leave a Reply

Back to top button