MSD’ê li gel Wezîrê Derve yê Denmarkê civiya

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Denîmarkê li gel Wezîrê Derve yê Denmarkê civiya û rewşa Sûriyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker gotûbêj kirin.

WEZÎRÊ DERVE YÊ DENÎMARKA: QSD’Ê CÎHAN JI TERORÊ PARAST
Wezîrê Derve yê Denmarka Lepe Kofood pêşwaziya Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Denmarkayê kir.
Di hevdîtinê de mijarên girêdayî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirnên Tirkiyê yên ji agirbestê û guhertina demografîk ku li herêmê pêk tîne hate nîqaşkirin.
Şandeya MSD’ê girîngiya beşdarkirina meclisê di her proseseke siyasî ya bi mebesta çareserkirina aloziyê û rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê de destnîşan kir.
WEZÎRÊ DERVE YÊ DENÎMARKA: EM ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR DIKIN
Werîzê Derve yê Denmarkayê Lep Kofood ji aliyê xwe ve êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û teqez kir ku hikûmeta Denîmarkê ji tevahî dozên hatin nîqaşkirin têgihiştî ye.
Lep Kofood got:
Denîmark wê desteka xwe ya bi QSD’ê re bidomîne.
QSD’ê me û cîhan ji terorê parast û hêzeke hevkarê me ye.
Her wiha Şandeya MSD’ê bi Desteya Karûbarên Derve ya Parlementoya Denmarkayê re jî hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê, rola Tirkiyê ya dijberî pêkhateyên wê hatin gotbûbêjkirin.

Leave a Reply

Back to top button