GIRTIYÊN LI SÎWEREGÊ: HETA TECRDÎD BIDOME ÇALAKÎ JÎ WÊ BIDOMIN

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven re li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî didomin.

Çalakiyên grevê li girtîgehên Tirkiyê jî destpê kirin.

Endamê Meclîsa HDP’ê Abdulselam Demîrkiran got, daxwazên Guven daxwazên me ne.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi parlementera HPD’ê Leyla Guven re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomin.

Li gelek girtîgehên Trkiyê jî çalakî destpê kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û got,

“Min û 15 hevalên xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan kir.

Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesan e.

Divê demildest dawî li tecrîd bê anîn”.

GIRTIYÊN LI SÎWEREGÊ: HETA TECRDÎD BIDOME ÇALAKÎ JÎ WÊ BIDOMIN

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Siwêregê ya Rihayê di gireva birçîbûnê de ne.

Girtî Remzî Bayram bi rêya malbata xwe der barê çalakiyê de ev agahî dan.

Ji bo ku çalakiyan rawestînin, rayedarên girtîgehê zextan li çalakgerên greva birçîbûnê dikin û gefan li wan dixwin..

Bayram teqez kir ku, hemû hevalên me jî bi biryar in ku tecrîda li Îmraliyê bişikînin.

DEMÎRKIRAN: DAXWAZA GUVEN A LI DIJÎ TECRDÎDÊ DAXWAZA ME YE

Rêxistina HDP’ê ya Mezitlî ya Mêrsînê 2’emîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya navçeyê pêk anî.

Di kongirê de Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mustafa Işik axivî.

Işik anî ziman ku ew ê li dijî zext û zordariyan têkoşînê bilind bikin.

Endamê Meclisa HDP’ê Abdulselam Demîrkiran jî got:

Daxwazên Leyla Guven a li dijî tecrîdê daxwazên me ne.

Leave a Reply

Back to top button