Şehîd Ebdulezîz El Salim bi merasîmekê li Hesekê hat oxirkirin

Bi dehan xelkên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Ebdulezîz El Salim bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdulezîz El Salim dema ku li ser erkê xwe yê leşkerî bû li navçeya Tirbespiyê şehîd bû.

Şêniyên Hesekê bi riya ereban cenazeyê şehîd ji pêşiya Saziya Malbatê Şehîdan wergirtin û ber bi aliyê goristana şehîd Dijwar ya li gundê Dawdiyê de çûn .

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, axaftin ji aliyê Saziya Malbatê Şehîdan û Hêzên Xwerparastinê hat kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulezîz di nava silogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Back to top button