Artêşa Îsraîlê êrişî Dera û Quneytirayê kir

Li Sûriyê aloziya dinavbera çekdarên Îran û Îsralê zêde dibe.
Artêşa Îsraîlê êrişî Quneytira û Derayê kir.
Çeteyên DAIŞ’ê jî li parêzgeha Dêrazorê 4 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.

Îsraîl li kêleka êrişên xwe yên li ser Hemasê, li Sûrî jî êrişên xwe dijwar kiriye.

Çekdarên Îranê li Sûriyê ji bo ‘tolhildana Xezayê Li Sûriyê’ komên bi dron û topan êrişî bargehên Hêzên Koalisyona Navdewletî kirin.

Li seranserî xeta sînorê Sûrî-Îsraîlê jî di navbera çekarên Îranê û artêşa Îsraîlê şer rûdide.

Şevê din çekdarên Hizbullaha Libnanî bi moşekan êriş herêma Colan kirin.

Artêşa Îsraîlê bersiva êrişê da.

Îsraîlê gundê El-Nasiriyê yê li gundewarê parêzgeha Quneytirayê topbnaran kir.

Saetên siharê jî artêşa Îsraîlê 6 moşek avêtin Til El Cebiye a li nêzî bajarê Newa yê gundewarê Derayê vê sibê topbaran kir.

Heta niha der barê kuştî û birîndaran tu agahî nehatine bidestxistin.

Artêşa Îsraîlê piştî êrişê li parêzgeha Quneytiyrayê belavok belav kirin.

Di belavokan de wiha hate gotin:

“Rêjîma hikumeta Şamê hew dikare kiryarên terorîst bisekinîne.

Avêtina moşekan ji herêmên wê zirarê dide gelê herêmê.

Divê hûn van kiryarên terorîst bisekinînin.”

Li Dêrazorê êrişa çeteyên DAIŞ: 4 Leşkerên hikumeta şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî jî çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe berfireh kiriye.

Li bajarê El-Eşara yê parêzgeha Dêrazorê Çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî hikuemta Şamê kuştin.

Li çola rojavayî Dêrazorê jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên hêzên hikuemtê kirin.

Di encmê de, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û çeteyek DAIŞ’î hatin kuştin.

Her wiha li çola rojhilatê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî hikumeta Şamê kuştin.

Bi giştî li Dêrazorê di êrişan de 4 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyek DAIŞ’ê hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Şam û Quneytirayê kir

Back to top button