Buhayê neftê li bazarên cîhanê, li gorî 2 roj beriya niha, 2 dolar zêde bû û gihişt, 76 dolar û 17 sent an.
Îro li bazarên cîhanê her bermîlek nefta Brênt 76 dolar û 17 sent, her bermîlek nefta Amerîka jî bi 75 dolar û 16 sent tê firotin.
Du roj beriya niha buhayê her bermîlek nefta xam li bazarên cîhanî 74 dolar bû.
Zanyarên aborî zêdebûna buhayê neftê bi kêmbûna jimara nexweşên Vîrûsa Corona û pêdiviya zêdetir bi neftê ve girê didin.
Sedema din jî wekî lihevhatina welatên OPEC PLUS li ser hindardekirina neftê tê nîşandan.