HPG’ê li Zap, Metîna, Avaşîn û Heftenînê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi nêzîkbûna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîlayan jî zêde dibin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Heftenînê li hêzên dagirker dan.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di encama çalakiyan de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 çeper jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li ser şopa Fermandar Egîd û bi ruhê fedayî yê Apocî çalakiyên xwe bê navber dewam dikin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 10’ê Tebaxê li Qada Şikefta Birîndaran Tîmên bi Tevger bi çekên giran li hêzên dagirker dan, 2 dagirker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 9’ê Tebaxê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Şehîd Rêber ve werin.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin, gelek çek û alavên leşkerî jî hatin desteser kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 6’ê Tebaxê li Girê Koxê Mele Yehya yê bi ser Qada Kêşanê ya Heftenînê bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku dixwest rê çê bike.

Di encama vê çalakiya Tîmên bi Tevger de dagirkerê Operatorê kepçê hate kuştin û kepçe hate rûxandin.

10’ê Tebaxê li Qada Girê Hekarî ya bi ser herêma Metîna bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin.

Li Girê Amediyê jî li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan li dora çeperên şer yên li Girê Şehîd Gelhat û Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bibin.

Di encama van çalakiyên sekvaniyê yên Tîmên bi Tevger de 2 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Girê Cûdî jî bi çalakiya sekvaniyê dagirkerek hate kuştin.

11’ê Tebaxê jî li Girê Amediyê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan li dora çeperên şer yên Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bibin.

Di encama vê çalakiyê de jî çadirek hate rûxandin û 4 dagirker hatin kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 9 û 10’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button