DAIŞ’iyê Tirkiye ew serbest berda li Îngilistanê hat girtin

Her ku maskeyê DAIŞ’ê dadikeve, rûyê Erdogan hîn baştir xuya dike.
Serçeteyê DAIŞ’ê Aine Davis yê ku girtî înfaz dikirin, ji aliyê Tirkiyê ve serbest hate berdan.
Ev çete li Îngilistanê hate girtin û wê bê dadgehkirin.
Ev yek di demekî wiha de pêk tê ku NY hişyarî da ku DAIŞ hîn xetereke mezin a ser cîhanê ye.

Rastiya metirsya DAIŞ’ê di nava berjewendiyên beşeke zêde ya welatên cîhanê de tê û diçe.

Li aliyekê NY hişyariya metirsiya DAIŞ’ê dide, hemwextî wê dewleta Tirkiyê jî serçeteyên DAIŞ’ê yên li gel xwe bi hincetên cuda serbest berdide.

Bi gotinekî din, rejîma faşîst ya Tirkiyê serçeteyê DAIŞ’ê Aine Davis yê girtî înfaz dikirin serbest berda.

Ev yek jî bi hinceta ku hemwelatiyê Îngilistanê ye pêk anî.

Rêveberiya Londonê demil dest ev çete binçav kir.

Aine Davis di sala 2013’an de bû misliman.

Piştî derbasî Sûriyê bû, navê xwe kir Hamza û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû.

DAIŞ’iyê ku li Tirkiyê 2015’an hate girtin tenê 7,5 ceza lê hate birîn.

Piştî Tirkiye wî dersînor dike, li balafirgeha Londonê ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Berdevkê Wezareta Hundirîn ya Îngilistanê jî piştrast kir ku ev kes ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dersînorkirin.

Davis ê 38 salî, red dike ku ew endamê hucreya îdamê ya rêxistina bi navê “Beatles” e.

Amerîka çar endamên DAIŞê bi kuştina 27 girtiyên ku ji wan 4 Amerîkî bûn û serê wan hatibûn jêkirin dadgeh dike.

Du çeteyên din ên DAIŞ’ê ku 2018’an li Sûriyê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibûn girtin, hîn jî li Amerîka di girtîgehê de ne.

NY: DAIŞ hîna xeteriyek mezin a ser cîhanê ye

Li aliyekî din, Konseya Ewlekariyê ya NY ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişand ser metirsiya hebûna DAIŞ’ê.

Serokê NY yê dij-terorê Vladimir Voronkov rewşa dawî ya DAIŞ’ê di rapora 15. a sekreteriya giştî de eşkere kir.

Voronkov îşaret bi tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li sînorê Iraq û Sûrî kir û got;

Nêzî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê li herêmê çalakin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî Sûriye û Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê li parzemîna Afrîka jî çalakin.

NY ji ber wergirtina DAIŞ’iyên xwe, helwesta Tacekistan û Fransa jî bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Back to top button