Dewleta Tirk êrişî herêma Biradostê kir-2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Biradosta başûrê kurdistanê, 2 zarok birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Sîdekan ê herêma Biradostê ya başûrê Kurdistanê gule li gel reşand.

Di encama gulebarana artêşa Tirk a dagirker de 2 zarok birîndar bûn.

Zarokên birîndar rakirin nexweşxanê.

Hêjayî gotinê yê,

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yê bi armanca dagirkirna Başûrê Kurdistanê û li dijî gerîlayan ji 23 Nîsana 2021’an û vir ve didome.

Heya niha ji ber êrişan bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek zerar gihiştiye mal û milkên nişteciyan.

Nexasim Li dijî êrişên dewleta tirk, ne hikûmeta Iraqê û ne jî ya Başûrê Kurdistanê tu helwestek cidî nîşan nedane.

Back to top button