Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
li gorî daxuyaniyê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
12’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin.
HPG: Arteşa Tirk 13 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
HPG’ê li ser êrişên dagirkeriya tirk jî agahî dan û got:
12’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê,
13 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hate bombekirin.
Her wiha arteşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê jî 4 caran bi balafirên şer
Û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombekir.