Mûstafa Karasû: Li Îmraliyê polîtîkaya qirkirinê heye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû mijarên di rojevê de nirxand û got:
Li Îmraliyê polîtîkaya qirkirinê heye. Divê ev rastî wisa were dîtin.
Li dijî qirkirina li ser gelekî têkoşîn çawa tê kirin, divê li dijî tecrîda jî heman têkoşîn were kirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameyeke taybet a kanala Medya Haberê.

Mustafa Karasû tecrîda li ser Rêberê Apo qetlîama li Parîsê û geşedanên li Sûriyê nirxand.

Karasû bi bîr xist komploya li dijî Rêber Apo ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir dikeve sala 25’an û wiha got:

“Çawa ku li derve li hemberî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê tê meşandin, ya herî giran jî li ser Rêber Apo tê meşandin.

Li Îmraliyê jî polîtîkaya qirkirinê heye. Divê ev rastî wisa were dîtin.

Li dijî qirkirina li ser gelekî têkoşîn çawa tê kirin, divê li dijî tecrîda jî heman têkoşîn were kirin.”

Mûstafa Karasû: Divê em sala 25. a komployê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê diyar kir divê hemû gel li dijî tecrîdê rabin ser piyan û got:

“Em ê bikevin sala 25 a girtina Rêber Apo. Divê em bi geşkirina têkoşînê sala 25’an bikin sala azadiya Rêber Apo.

Mûstafa Karasû: Berxwedana gel wê kujerên komkujiyên li Parîsê derxîne holê

Di dewamê de Karasû komkujiyên li Parisê nirxand, diyar kir ku bandora jinê di berxwedanan de çiqasî mezin bûye û got:

Berxwedana wan, têkoşîna wan a xwerêveberiyê, têkoşîna wan a xweseriya demokratîk teqez wê pêk were.

Divê berpirsyarên komkujiyê derkevin holê. Eşkerekirina kujaran jî wê bi berxwedanê pêk were.

Gelê me xwedî li şehîdên xwe yên li Parîsê derket, Ji ber xwedîderketinê, bandor li raya giştî hat kirin û kete rojevê.

Ev yek bi hêza gel pêk hat, ev helwest wê bi her awayî kujeran eşkere bike.

Mûstafa Karasû: Armanca dewleta Tirk ji hevdîtinan qirkirina Kurdan e

Têkildarî geşedanên li Sûriyê û hevdîtinên di navbera Rusya-Tirkiyê-Sûriyê de jî Mûstafa Karasû ev tişt got:

“Eger di van hevdîtinan de dewleta Tirk hebe, helbet wê di çarçoveya dijminatiya Kurdan, van hevdîtinan pêk bîne.

Hemû armancên dewleta Tirk ew e qirkirina kurdan e.

Dewleta Tirk ji belavbûna şerê li Sûriye û hebûna çeteyan berpirsiyar e.

Mûstafa Karasû: Ger Sûriyê bibe şirîkê qirkirina Kurdan wê bixwe têk biçe

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman, eger Sûriye bi Tirkiyê re bibe şirîkê qirkirina Kurdan wê bixwe têk biçe û wiha bi dawî kir.

Dewleta Tirk qirkirinê li Kurdan bike, li Bakur, Başûr û Rojava ti kes pêşiya wê nagire.

Niha Kurd rê li ber polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Tirk digire.

Eger têkoşîna Kurdan a azadî û demokrasiyê nebe, ne tenê Sûriye wê Tirkiye êrîş bibe ser Îranê jî.

Lewma divê Rûsya û rejîma Sûriyê nebin şirîkê polîtîkaya Tirkiyê.

Back to top button