KJK’ê kuştina perlementera Efgan Mursel Nebîzade şermezar kir

Parlamentera Efxan Mursel Nebîzade li mala xwe ya li Kabûlê hat kuştin.
Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê kuştina Mursel şermezar kir û da zanîn ku li Efganistanê Îradeya jinê tê tune kirin, kuştina Mursel peyameke li hemberî jinan bû. KJK’ê tekez kir ku ew ê heta dawî bi têkoşîna jinên Efgan re bin.

Parlamentera Efxanistan Mursel Nebîzade ya 32 salî yek ji wan jinan bû ku piştî Talîban bû desthilatdar, welat neterikand.

Mursel li mala xwe ya li Kabûlê di encama êrişeke çekdarî tevî parêzvanekî wê de hate kuştin.

Her wiha bira û parêzvanekî wê jî birîndar bûn.

Koordînasyona KJK’ê kuştina parlementer Mursel Nebîzade bi daxuyaniyekê şermezar kir.

KJK: Li Efxanistan îradeya jin tê tune kirin

KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li gelek welatên Rojhilata Navîn ku îro krîz û kaos lê kûr bûye, komkujiyên li jinan têne kirin gelekî zêde bûye.

Li Efxanistanê rastiyeke jinê heye ku hewl tê dayin di bin zextên rejîma Talîbanê de îradeya wê bê eciqandin.

Tundiya li dijî jinê gihîştiye asta herî bilind. Li qadên perwerde, tenduristî, aborî, hiqûqî, siyaset, civakî û her qada jiyanê, her wiha li park û bexçeyan jî jin û mêr ji hev têne cudakirin; polîtîka û êrîşên zayendîperest têne meşandin ku dervehiştin û nixumandin li jinan têne ferzkirin.

KJK: Talîban û DAIŞ’ê dijminatiyê li jinan dikin

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, Talîban, DAÎŞ û El Qaîdeyê ku ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatine avakirin, dijminatiyê li jinan dikin.

Ji dema Talîban hatiye li ser desthiladariyê ve jin ji mirovan nayên dîtin, hebûna jinê tenê weke xizmeta ji bo mêr tê pênasekirin.

KJK: Kuştina Mursel Nebîzade peyamek li hemberî jinan bû

Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku kuştina parlamentera berê Mursel Nebîzade peyamek li hemberî jinan bû.

Piştî ku Talîban li ser desthilatdariyê hate bicihkirin, Mursel yek ji hejmareke kêm a siyasetmedarên jin bû ku welat neterikand.
Sîstema mêr ku ji têkoşîna jinê ditirse, li her devera cîhanê jinan dike hedef.
Salên dûr û dirêj jinên Efxan li hemberî van kiryarên paşverû li ber xwe dan. Lewma yekbûna me, têkoşîna hevpar wê teqez azadiya jinê misoger bikin.

KJK: Em bi jinên ji Efxanistanê re ne

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku weke jinên Kurd ew bi xwişkên xwe yên Efxanistanî re ne.

Têkoşîna hevpar a azadiyê ya jinan wê mirovahiyê rizgar bike.

Lewma têkoşîn û berxwedana jinên Efxanistanî wê teqez azadiyê misoger bike.

Back to top button