Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi bîr anîn.
Merasîmê bi tevlîbûna endamên saziyên sivîl, leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û rûspiyên herêmê pêk hat.
Malbatên şehîdan, mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
Dûre bi navê malbatên şehîdan bavê şehîd Hanî El Ilîs Yasir El Ilîs li wir axaftinek kir.
Yasir El Ilîs hemû şehîdên ku di oxira axa vî welatî de canê xwe feda kirin û terora DAIŞ`ê rizgar kirin bibîr anî.
Dûre endama Rêveberiya Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Şîrîn Mûsa axivî û got:
“Bi saya şehîdan me ev destkeftî bi dest xistin û li hember terorê û dagirkeran bûne bendeke asê.
Şîrîn soz da şehîdan ku dê li hember êrişkeran, bibin keleheke asê.
Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî wêneyên şehîdan hate pêşandan.