Li Sînaya artêşa Misirê êrîşek şkand û 18 çete hatin kuştin

Hêzên artêşa Misirê, êrîşeke çeteyî li devera Bi’r El-Ebid a li bakurê Sînayê şkand û 18 çete kuştin.

Artêşa Misirê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyan hewl dida bi çend maşîneyên bombekirî êrîşî navendeke ewlekariyê bikin, lê hêzên artêşê rê li pêş wan girt û 18 kes ji wan kuştin.

Artêşa eşkere jî kir ku, 3 ji wan bombekirî, 4 maşîne hatin jinavbirin, her wiha 2 leşkerên artêşa Misirê di êrîşê de hatin kuştin.

Artêşa Misirê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku, heta jinavbirina kokên terorê û misogerkirina aramî û ewlehiyê ji bo gelê Misirê, wê xebatên wan dewam bikin.

Back to top button