Duh çeteyên DAIŞ’ê nêzî gundê Şîrk ê bakurê navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê, êrîşî leşkerên Iraqê kir. Di encamê de leşkerekî wan birîndar bû.
Li parêzgeha Kerkûk û Selahiddînê jî, ajansa dij-terorê toreke çeteyên DAIŞ’ê bi temamî girt.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê hêzên Iraqê Yihya Resûl diyar kir ku di encama operasyona ajansê de, çeteyekî DAIŞ’ê li Selahedînê hat girtin û pê re jimareke çek û amûr jî hatin desteserkirin.
Resûl da xuyakirin ku 2 çeteyên heman torê li Tekrît û Kerkûkê jî hatin girtin û bi vê yekê ev tor ji hev ket.
Li seranserî Iraqê û bi taybet heremên bipirsgirêk, êrîş û tevgera DAIŞ’ê zêde bûye.