Bi dîmen.. Artêşa Tirk sivîlek li ser rêya M4 birîndar kir

Tevî garantiya Rûsiya li ser rêya M4 jî dîsa sivîl ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tên hedefgirtin.

Vê sibê dîsa dewleta Tirk erebeya sivîlekî li ser rêya M4 di navbera gundê Xalidiyê û Dibis gulebaran kir û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Îro artêşa Tirk a dagirker rêya M4 topbaran kir û sivîlek birîndar bû.

Nûçegihanê me ragihand ku vê sibê artêşa Tirk a dagirker erebeya sivîlekî li ser rêya M4 di navbera navçeya Çelebiyê û Eyn Îsayê de kir armanc.

Di encama gulebaranê de sivîlê bi navê Ehmed Elî yê 25 salî yê ji Girê Spî ye birîndar bû.

Sivîlê birîndar Ehmed Elî niha li nexweşxaneyek Kobanê tê dermankirin, ji televizyona me re axivî û got:

“Artêşa Tirk a dagirker kî li pêşiya wê derdikeve dike armanca xwe, sivîl û ne zarokan nas dike”..

Bijîşkê Ehmed derman dike jî diyar kir ku rojane artêşa Tirk a dagirker sivîlan dike armanc û bang li hêzên nevneteweyî kir li bi erka xwe rabin..

Tevî qaşo Rûsya garantiya çûnûhatina sivîlan li ser rêya M4 kiriye jî, lê gelek caran dewleta Tirk sivîlan li ser vê rêyê dike armanc.

5’ê Tîrmehê jî artêşa Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê erebeya sivîlekî topbaran kiribû.

11’ê Cotmeha 2019’an jî, çetetên Tirkiyê Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd xistin.

Tevî van hemû êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker hêzên navneteweyî jî heya niha bêdenge..

Back to top button