Fatima Keleş: Dewleta Tirk ciwanan teşwîqî hişbir dike û ji civakê dûr dixe

Rêvebera Akademiya Şehîd Berçem a Dirbêsiyê, Fatima Keleş diyar kir ku divê civak li hember şêwazê şerê taybet bê perwerdekirin.

Fatima eşkere kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna armanc û projeyên xwe yên mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê taybet dimeşîne.

Fatima anî ziman ku dewleta Tirk ciwanan teşwîqî madeyên hişbir û fihûşê dike û hewl dide têkiliya di navbera ciwan û civakê têk bibe.

Rêvebera Akademiya Şehîd Berçem a Dirbêsiyê bang li gelên herêmê, bi taybetî saziyên fikrî kir ku li dijî planên Tirkiyê yên dagirkeriyê dest bidin hev û zanînê di nava ciwan û şêniyan de belav bikin.

Back to top button