Li Qamşlo Şêx Murişid El Xeznewî semînerek da

Li Qamşlo Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî bi sernavê “Netewe û Ol” semînerek da û got pêwîst e gelê Kurd di oxira doza xwe de hevgirtî be û tê bikoşe.

Semîner bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat li darxistin.

El Xeznewî diyarkir ku desthilatan ol ji bo bercewndiyên xwe bi kar anîn û got:

“Ji Umewî û Ebasiyan heta bi Osmanî û Sefewiyan ol bi kar anîn.

Nimûneya vê yek jî di dagirkirina Efrînê de diyare ku bi ayatên Quranê vê dagirkeriyê rewa kirin.”

El Xeznewî bal kişand ser Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ku bû sedema ewlehî û aramiyê û ev tişt anî ziman:

“Bi saya fedakariya hezaran keç û xortên gelê me, em îro vegerin welatê xwe.

Lewam divê şêx û îmam rola xwe di belavkirina îslama rast de li kêlek doza Kurdî bilîzin.”

Şêx El-Xeznewî piştî 18 salan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû

Back to top button