Simon Dubbins: Divê rayedarên Tirk li rêya diyalogê vegerin

Berpirsê sendîkaya Unite The Union ku yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Simon Dubbins da zanîn ku tecrîd û êrişên li ser Rêber Apo, li dijî Kurdan û hemû kesên ji bo demokrasî û aştiyê tê dikoşin, têne meşandin û got: “Êriş parçeyekî stratejiya Erdogan in û armanca wan ew e ku bala raya giştî bidin aliyekî din.
Ji bo guhertina vê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Sendîkaya Unite The Union ku yek jî yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê û bi helwesta xwe ya li dijî tecrîdê tê naskirin.

Berpirsê sendîkaya Unite The Union Simon Dubbins derbarê tecrîdê de axivî.

Simon Dubbins diyar kir ku divê rayedarên dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafên Rêber Apo bidin û tavilê destûrê bidin serdanên malbat û parêzerên wî û wiha axivî:

“Ji bilî hurmeta li mafên bingehîn ên mirovan ên birêz Ocalan, divê rayedarên Tirk li rêya diyalogê vegerin.

Ji bo rêya aştiyê bê dîtin, ji ber ku aşitiya li Tirkiyê bi azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêkan e.”

Simon Dubbins: Êrişa giran a li hemberî birêz Ocalan parçeyekî stratejiya Erdogan e

Dubbins tecrîda li ser Rêber APO wiha şîrove kir:

“Êrişa giran a li hemberî birêz Ocalan divê wek parçeyekî stratejiya Erdogan a ji bo xwe li ser desthilatê bihêle, were dîtin

Û rastiya ku hê jî vê êrişê giran dike, nîşan dide bê ka Erdogan û hikumeta wî çi qasî qels û bê îstiqrar in.”

Simon Dubbins: Ji bo guhertina rewşê çi ji destê me bê em ê bikin

Dubbins ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li ser xebat û plansaziya sendîkayan ev agahî parve kirin:

“Li Brîtanyayê gelek sendîka hene ku bi temamî destekê didin kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî’

Agahî negirtina birêz Ocalan gumanên me yên derbarê tenduristî û ewlehiya wî de zêdedike.

Niha tu agahiyeke me nîn e ka birêz Ocalan bi rastî dijî yan jî rewşa wî ya tendiristiyê çi ye.

Simon Dubbins: Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan şertê pêşîn ê aştiyê ye

Rewşa birêz Ocalan rojeva me ya sereke ye, ji bo ku em di konferansên xwe yên sendîkayê de rewşa birêz Ocalan nîqaş bikin, em civînan didomînin.

Ji bo ku em zextê li rayedarên Tirk bikin û zorê bidinê ku tecrîd bi dawî bibe, divê em hikumet û saziyên navneteweyî seferber bikin.

Ji bo vê divê em ji bo avakirina kampanyayeke navneteweyî ya berfirehtir û xurttir çi ji destê me bê bikin.”

Simon Dubbins da xuyakirin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û aramî ji bo her kesî girîng e û destnîşan kir ku şertê pêşîn ê vê yekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

“Bêdengiya welatên Ewropayê li hember tecrîdê şermeke mezin e”

Back to top button