Rohlat Efrîn: Şehîd Sosin mohra xwe di şerê gel ê şoreşgerî li Helebê da

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin Rohlat Efrîn destnîşan kir ku şehîd Sosin Efrîn sembola têkoşîna azadiya jinan a di şoreşa 19’ê Tîrmehê de ye û şehîd Rênas Roj mînaka fermandarê rastîn ê parastina destkeftiyên şoreşê ye.
Her wiha soz da ku tola şehîdan hilînin û armancên wan pêk bînin.

Endama fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohlat Efrîn bi wesîleya salvegera 2`yemîn a şehadeta fermadarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê; Sosin Bîrhat, Rênas Roj ku di 19’ê Tebaxa 2021’an de şehîd bûn ,axivî.

Rohlat Efrîn bibîrxist ku Şehîd Sosin di pêşengiyê û birêxistinkirina berxwedana Helebê de xwe kir sembol û wiha got:

“Dema tev li şoreşê bû sala 2013`yan, şehîd sosin, li Heleb û Kobanê xebatên civakî meşand.

Ji bo pênasekirina jinan û birêxistinkirina wan kar û xebat meşand.

li hember zihniyeta baviksalarî û êrişên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker tê koşiya.

Şehîd sosin, pêşeng bû, mohra xwe di şerê gel ê şoreşgerî li Helebê de da.”

Rohlat Efrîn: Şehîd Sosin rolek di berxwedana li hember dagirkeran de lîst

Rohlat Efrîn diyar kir ku dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, wek her keçeke efrînî Sosin xwest tola şehîdan ji êrişker û dagirkeran hilîne û got:

“Bi rêya bi rêxistinkirin û perwerdekirina YPJ’ê û tevlîbûna şerê gel ê şoreşgerî, rolek di berxwedana li hember dagirkeran de lîst.”

Rohlat Efrîn: Armanckirina şehîd Rênas armanckirina nirxên şoreşê ye

Têkildarî têkoşîna şehîd Rênas Roj jî Rohlat Efrîn da zanîn ku bi hedefgirtina wî dijminên kurdan, qebûl nakin ku ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê tev li şoreşê bibin û ev tişt anî ziman:

“Şehîd Rênas mînaka fermandarê rastîn ê parastina destkeftiyên şoreşê û gelê herêmê ye.

Hedefgirtina şehîd Rênas, hedefgirtina nirxên şoreşê, berxwedan û destkeftiyên wê ne.

Ji ber wê hewldan di şexsê wî û hedefgirtina fermandaran de şoreşê û hêzên parêzvan tune bikin.”

“Em ê tola şehîdan hilînin”

Di dawiyê de Rohlat Efrîn ev yek got: “Em ê hesab ji dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê û ji xayînan bipirsin. Em dê tola şehîdan hilînin.”

Back to top button