Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) bal kişand ser hevkariya ku PDK bi dewleta Tirk re dike û anî ziman ku divê pdk bi lez dest ji vê nêzîkatiya xwe ya şerm berde.
KCDK-E’yê derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ku li dijî gerîla şerdike û daxuyaniya rêveberê PDK’ê Elî Ewnî ku bang tirkiyê kir ku pêşengê PKK’ê şehîd bixe, daxuyanî da.
KCDK-E’yê diyar kir ku rayedarê PDK’ê Elî Ewnî xeta xiyanetê ya ku ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin rewa kir û got:
“PDK ku tu têkîliya wê bi doza gelê Kurd û Kurdistanê re nemaye, çarenûs û her tiştê xwe girêdayê dewleta Tirk a dagirker kiriye.
Heyîna zêdeyî 100 baregehên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê ji ber vê yekê ye.
Elî Ewnî’ yê PDK’î şûna ku ji artêşa Tirk a dagirker ne rehet bibe, ji heyîn gerîlayên azadiyê li başûrê Kurdistanê nerehet e.
Ji ber ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî amadene hertiştê vê gelê bifroşin.”
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E’yê bang li PDK’ê kir ku bi lez dev ji vê nêzîkatiya xwe ya şerm berde.


