Li Reqayê yekemîn kargeha Oksojînê tê vekirin

Cara yekem li Bajarê Reqayê Kargeha Oksjîenê vedibe.
Kargeh wê rojê 80 metrekab berhemd bide, bi pereyek pirkêm wê xizmetê j bo gel bike.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14′ê Sibatê dest bi avakirina karegeha oksîjenê kir.

Kargeh dîroka vekirina wê hîn nehatiye diyarkirin, wê valahiyeke di qada tenduristiyê de dagire.

Li gorî agahiyên komîteya tenduristiyê kargeh wê di çend rojên pêş de temam bibe.

Her wiha kargeh wê rojê 80 metrekab berhemd bide.

Ji bo sektora taybet jî wê bi buhayekî sembolîk bê pêşkêşkirin.

Têkildarî mekanîzmeya xebatê, cîgirê hevserokatiya Komîteya Tenduristî ya Reqayê Elî Ebdulezîz wiha axivî:

“Wê li kargehê kadroyên pispor werin erkdarkirin.

Piştre dê dest bi ceribandinê were kirin û piştî demekê jî xizmet were pêşkêşkirin.

Kargeha li Reqayê ya yekemîn, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî ya sêyemîn e.

Beriya niha li herêma Sibe Kêlo ya Dêrazorê û herêma Cizîrê kargeh hatibûn vekirin.

Back to top button