Xanê Benek: Em ê heya dawî li hebûna xwe xwedî derkevin û têbikoşin

Temen li pêşiya têkoşîn û berxwedanê nabe astengî em niha behsa Dayê Xanê Benek ya 90 salî dikin.Dayê Xanê Benek 5 meh in bi biryardariyek xurt di çalakiya nobetê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber APO mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan, têdikoşe.

Ne temen û ne tendurustiya beden bandorî li hêza berxwedanê dike.

Israra bi destxistina azadiyê hemû sînoran dişkîne û ber bi ronahiyê ve diçe.

Em behsa yek ji sembolên berxwedanê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê, Xanê Benek dikin.

Xanê Benek ji destpêka rêwîtiya penaberî û berxwedana 30 salan ve heta vê kêliyê jî di nava berxwedan û têkoşînê de ye.

Du kurên wê di demên cuda de beşdarî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bûne û di wê oxirê de şehîd ketin.

Xanê Benek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo hebûna xwe têdikoşin û wiha anî ziman:

“Rêbertiya me hebûna me ye, em ê heya dawî li hebûna xwe xwedî derkevin û ji bo wê têbikoşin.

Ev tecrîd di kesayeta Rêbertî de li ser me û bedena me ye.

Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd bibin xwedî nasname têdikoşe, ji bo hemu gelên bindest li ber xwe dide.”

Xanê Benek da zanîn ku ew tu carî bêheqiya dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin û wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînn.

Xanê bal kişand ser dildariya gelê wargehê ya ji bo Rêber APO û wiha berdewam kir:

“Heya ku ez bikaribim ez ê beşdarî hemû çalakiyên li wargehê bibim.

Civaka wargehê ji 7 salî heta 70 salî zêdetir ji bo Rêbertiya xwe her dem di nava çalakiyan de ye.

Û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe dike.”

Xanê Benek di dawiya axaftina xwe de banga li hemû saziyên pêwendîdar kir ku bi erka xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin.

Nobedên Edaletê: Heta ku tecrîd dişikê, wê nobet bidome

Back to top button