”Serokatî rûmeta me ye..Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin”

Çalakiya greva birçîbûnê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 27’ê Mijdarê despêkir.
Vê carê ji hindirê girtîgehan, jinên girtî peyamê xwe şandin.
Ew dibêjin ku ji ber Rêber Abdullah Ocalan rûmeta wan e, wan dest bi çalakiyên ji bo azadiya wî kirine.
Li aliyên din li bajarên Mersîn û Rihayê ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê hate kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 27’ê mijdarê despêkir.

Çalakiya girtiyên siyasî ku 106 girtîgehan pêk tê di roja 24’an de bi biryardarî didome.

Jinên girtî ku di Girtîgeha Bakirkoyê de greva birçîbûnê de ne derbarê çalakiya xwe peyameke şandin û gotin:

“Em hêza xwe ya berxwedanê ji Serokatî digrin”

“Em wek girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Bakirkoyê ji 27’ê Mijdarê pê ve di greva birçîbunê de ne.

Di serî de Reber Apo, gele me yê berxwedêr û çalak, her wiha berxwedana gerila û tevahî hevalên di zindanan de silav dikin.

Di peyamê de hat diyar kirin ku di şexsê serokatiyî de dixwazin bi tecrîda giran Gelê Kurd û destkeftiyên Tevgera Azadiyê tune bikin û wiha domandin:

“Em bawerin ku çalakiyên li zindanan, li çiyê û gelê me dê vê tecrîdê bişkîne. Gelê me jî dizane ku Serokatî rûmeta me ya herî mezin e. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derbikevin.”

Girtiyên azadiyê di peyama xwe de dan diyarkirin ku ev tecrîda li ser Gava Îmraliyê tecrîdekî li ser tevahiya hebûna gelan e û wiha gotin:

“Li hemberî vê tecrîdê berxwedayîn tê wateya xwe û li tevahiya mirovahiyê xwedî derketin. Ji ber vê em tecrîdê şermezar dikin. Em hêza xwe ya berxwedanê ji Serokatiyê digirin. Tu hêz û kirinên dewleta Tirk û faşist nikare vê berxwedana me bişkine.

“Em ê bi ruhê Apoyî serbikevin”

Jinên Girtîgeha Bakirkoyê herî dawî di peyama xwe de gotin:

“Em hêvî û bawerin ku sala 2024’an dê bibe sala azadiya gelan û serketina berxwedanê. Em sala nû li Serokatî û tevahiya gele xwe pîroz dikin. Em ê bi ruhê Apoyî serbikevin.”

“Bila wezareta dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê”

Li aliyê din ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan partiyên siyasî, sazî û rêxistinên demokratîk bangên xwe didomînin.

Li Mêrsînê Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a bajer, li Rihayê jî pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê daxuyanî dan.

Di serî de Wezareta Dade ya Tirkiyê bang li saziyên rayedaran hate kirin ku berî greva birçîbûnê bi mirinê encam bibin, li hemberî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

 

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 23’an de didome

Back to top button