Rojnamevan Silêman 57 rojin agahî jê nayê girtin

Ji rojnamevan Silêma Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin 57 rojin agahî nayê girtin.
Derbarê revandinda Silêman Ehmed de parêzera Nerîman Ehmed û rojnamevan Bextiyar Macid diyar kirin ku divê hikumet bersivek bide xizmên rojnamevan Silêman û malbat bikare wî bibîne.
Li hemû cîhanê, mafê her girtiyek heye parêzer û malbata xwe bibîne.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 57 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Bextiyar Macîd: Divê hikûmet bersivekê bide xizmên rojnemevanan

Di derbarê ervandina Silêman Ehmed de Bextiyar Macid axivî.

Bextiyar Macid da zanîn ku niha desthilata Başûrê Kurdistanê dibêje ew dijberiya diktatoriyê dikin, lê bi xwe nimûneya diktatoriyek gelek xirabin û wiha got:

“Azadiya rojnamevan, fikir û raman, li Herêma Kurdistanê felc bûye, ev jî ji bo statûya Herêma Kurdistanê gelek xirabe.”

Bextiyar Macid di dawiyê de bang kir.

“Bang li hemû saziyên ragihandinê dikim, azad û bi wêrek bin.

Divê hikumet bersivek bide xizmên rojnamevan Silêman û malbat bikare wî bibîne.

Li hemû cîhanê, mafê her girtiyek heye parêzer û malbata xwe bibîne.”

Parêzerê Silêman Ehmed Nerîman Ehmed: PDK nahêle em miwekîlê xwe bibînin

Her wiha di derbarê revandina Silêman Ehmed de yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed jî axivî.

Nerîman Ehmed diyar kir ku ji dema revandina Silêman Ehmed ve, wan hewl da ku wî bibînin û ev agahî da:

“Me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.

Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Ev 55 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button