Li Tikiyê, vîrûsa Coronayê ku gihiştiye girtîgehan jî, her diçe zêdetir belav dibe. Ji hezaran girtiyên siyasî yên tevlî qanûna înfazê nebûne, siyasetmedarê Kurd Halîl Aksoy ê 72 salî ye ku dibêje “ji bo wan, hîna ti tedbîr nehatine girtin”.
Siyasetmedar Aksoy yê di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye û gelek nexweşî pê re hene, diyar kir ku “dermanên wî dereng didinê û li dijî Coronayê ti amûrên paqijiyê nadin wan..
Malbatên girtiyan: Hîn girtî nemirine, tevan berdin
Piştî vîrûs li girtîgehan jî belav bû, fikarên malbatên girtiyan zêdetir bûn.
Malbatan diyar kir ku “li girtîgehan ti tedbîr nayên girtin û xwestin bêyî kes bimire, hemû girtî werin berdan”.
Hikumeta faşîst a AKP’ê, ne girtiyan berdide û ne jî ji bo parastina jiyana wan, tedbîrên pêwîst digire.