Di 9’ê mehê de şandeke Barbadosê bi serokatiya Serokê Karûbarên Konsulxaneya eyaleta Barbadosê serdana herêmê kirin..
Jinek û 2 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji daireya têkiliyên derve wergirtin.
Şande ji aliyê hevserok û endamên Daîreya Têkiliyên Derve ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyê û çareserkirina kirîza Sûriyê gotûbêj kirin.
Cîgirê hevserokatiya Daîreyê “Fener El-Kêt” di hevdîtinê de axivî û got :
“Nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye ..
Berdewamiya girtina dergehê Til Koçer jî encamên nebaş yên aborî û mirovî zêde dike..”
El-Kêt tekez kir ku Rêveberiya Xweser dê berdewam be li ser hevkariya hemû welatan ..
Serokê Karûbarên Konsulxaneya eyaleta Barbadosê Andrey Padmore jî dibêje :
“Em êş, azar û windahiyên ku we di van salan de kişandine parve dikin ..”
Andrey spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin ..
Jinek DAIŞ’î û 2 zarok radestî şandeyê hatin kirin
Di dawiya civînê de jinek û 2 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeyê hat kirin ..