Operasyonên hêzên Asayîşê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dewam dike.
Hêzên Asayîşê li Reqayê operasyonek li dar xist û di encamê de 9 çete hatin girtin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê têkildarî girtina çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê û gundewarên wê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
” Hêzên me 30ʹyê Kanûnê di saetên berbanga sibehê de, li bajar û gundewarê Reqayê girtin ser cihê ku endamên DAIŞʹyê xwe lê vedişartin.
Di encamê de 9 endamên şaneyê girtin û miqdareke çekên bi wan re bûn, desteser kirin.
Çekên hatine desteserkirin wiha ne:
- 2 kalaşnîkov
- 4 cercûrên kalaşnîkofan
- 2 çifteyên nêçîrê
- Pereyekî DAIŞ
- Ala DAIŞ
- Miqdarek telefonên destan”
Asayîşê ji bo hevkariya spasiya gelê heremê kir û teqezkir ku wê operasyonên xwe yên li dijî hemû kesên hewl didin ewlehiya gelê herêmê têk bibin, dewam bikin.
Li Reqayê qedexeya beşî het ragihandin
Her wiha li Reqayê piştî 4 rojan ji ragihandina qedexeya giştî, doh ya beşî hat ragihandin.
Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl diyar kir ku qedexeya beşî ji saet 4’ê êvarî heta 7’ê sibehê didome.