Serbaz Hesen: DAIŞ ji mijûlbûna me ya li dijî êrişan derfet dît

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serbaz Elî Hesen dibêje êrişên şaneyên DAIŞ’ê piştî êrişên Tirkiyê zêde bûn.

Serbaz Elî Hesen got:”Şaneyên DAIŞ’ê mijûlbûna me li dijî êrişên dewleta Tirk bi kar anîn û êrişî navenda Asayîşa rojavayê Reqa kir.

Lê şervanan bersiva wan da û ew plana ji bo tevliheviyek li Reqayê çêbe, têk bir.”

Hesen balkişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî û ev tişt anî ziman:

Serbaz Elî Hesen anî ziman ku wan qedexeyeke giştî li Reqayê ji bo lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞ′ê pêk anî û ev tişt anî ziman:

”Êdî rewş di bin kontrolê de ye û baş e. Em spasiya şêniyên Reqayê li ser alîkariya wan ji hêzên me re jî dikin.”

Dawiyê Serbaz Elî Hesen de piştrast kir ku ew heta bidawîbûna operasyona lêgerînê li ser soza xwe ne.

Back to top button