Rêxistina ciwanên Cezayîrê banga boykottkitina dewleta Tirk li Sûriye û Lîbyayê kir

Rêxistina Ciwanan a Cezayîrê, banga boykottkirina dewleta Tirk li Sûriye û Lîbyayê kir.. Rêxistinê her wiha diyar kir ku “ji ber destwerdana wê li herdu welatan, dibe ku bobelateke mirovî bê jiyîn”.

Serokê Rêxistina Ciwanan a Cezayîrê Omanî Osama ji Ajansa Hawarê re axivî û dewleta Tirk bi piştevaniya teror û serbazkirina çeteyan tawanbar kir..

Osama anî ziman ku “divê bilez Sûriye û Lîbya, wê bi awayekî diplomasî û aborî boykott bikin”

Serokê Rêxistina Ciwanan a Cezayîrê her wiha bal kişand ser hebûna koordîneyek Erebî, da karibin yekrêziyê li dijî Erdogan ava bikin..

Back to top button