Li Tirkiyê, 20 Jin meha Nîsanê hatine kuştin

Platforma “Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin”, rapora tawanên meha Nîsanê ragihand.. Platformê diyar kir ku 20 jin, li Tirkiyê hatine kuştin. Tevî vê jî, hikumetê qanûna Înfazê ya berdana kujeran xistiye pratîkê. 

Platforma “Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin” KCDP’ê rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir ku 20 jin li Tirkiyê hatine kuştin.

Platforma Jinan, di rapora xwe de bal kişand ser bandora vîrûsa Corona li jinê û diyar kir ku “di vê pêvajoyê de, kuştin û tundiya li dijî wan zêdetir bûye”.

Platformê got:

20 jin di Nîsanê de hatine kuştin.

Jê 2 jin ji ber aloziya aborî.

û 4 jin ji ber daxwaza berdanê hatine kuştin.

Sedema kuştina 14 jinan jî, nehatiye zanîn.

Her wiha tundiya zayendî û destdirêjiya li zarokan jî dewam dike.

Platforma “Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin” ji bo pêşîgirtina kuştina jinan hişyarî da..

Li gorî wê jî heta sedemên kuştina jinan neyên zanîn, darizandina adil pêk neyê, kujer cezayên giran naxwin û tedbîr neyê girtin, wê tundiya li dijî jinan dewam bike.

Li Tirkiyê, di meha Adarê de jî 29 jin hatibûn kuştin.

Li cihê ku pêwîst e tedbîr werin girtin, Hikumeta AKP’ê Qanûna Înfazê yê berdana kujerên jinan xistiye dewrê, ev yek metirsiya zêdebûna kuştin û tundiya li ser jinê çêdike.

Back to top button