MSD: Diyaloga Sûrî-Sûrî çareserkirina aloziya welêt dabîn dike

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer got diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî beyî destwerdana derve misogeriya çareseriya Aloziya Sûriyê ye.
Her wiha destnîşan kir ku ew ji diyalogê re amade ne.

Meclisa bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina normalîzekirina erebî û bandorên wê li ser aloziya Sûriyê û Sûriyeyiyan, panelek bi sernavê “Normalîzekirina Erebî ber bi ku ve?” li dar xist.

Di panelê de, hevseroka MSD Emîne Omer, geşedanên dawîn ên têkildarî normalîzekirinên û guhertinên pê re çêbûne, bandorên wê yên siyasî li ser welêt, nirxandin.

Emîne got:

Gelo hikumeta Şamê, bi rêya vegera li Komkara Erebî, dikare aloziya gurbûyî, belavbûna narkotîkê, doza penaberan, diyaloga siyasî, aloziya aborî çareser bike?

Em ji hemû dewletan re vekirî ne, yên ku dixwazin normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re bikin, lê bi şerta ku ev normalîzekirin, li gorî berjewendiya gelê Sûriyê be.

Beşdaran jî destnîşan kirin ku beyannameya Rêveberiya Xweser, rêya yekane ya çareserkirina aloziya li welêt e.

Back to top button