Xelkê Helebce: Kurd bi yekgirtinê dikarin bighêjin armancên xwe

Welatiyên Helebce dibêjin armanca dijminê Kurdan dagirkirina xaka Kurdistanê bi giştî ye.

Welatiyên Helebceya Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan axivîn.

Mamosta Niyaz Îzet diyar kir ku hin hêzên Kurdî piştgiya dagirker û dijminê Kurdan dikin û got:

”Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye, ne tenê tinekirina aliyek siyasî yê diyare.

Pêwîste aliyên siyasî yên Kurd lihev kombibin û berjwendiyên netewî bixin pêş berjewendiyên hizbî.”

Endamê Malbenda 9 ya Şarezur a YNK’ê Peywend Hewramî jî derbarê heman mijarê de axivî.

Peywend Hewramî diyar kir ku dewleta Tirk dijminê herî mezin ê gelê Kurd e û bi salane êrişî me dike.

Di dawî de, Peywend Hewramî piştrast kir ku yekîtiya Kurdan wê Kurdan bighîne armancên wan.

Back to top button