Koçberên ji Hemayê nêzbûna Enqere-Şam red kirin

Koçberên ji parêzgeha Hemayê nêzîkbûna navbera dewleta Tirk û hişûmeta Şamê de red kirin. 

Koçberên ji Hemayê ku li kampa Tiwêhnê ya Tebqayê dimînin, derbarê nêzîkbûna Enqere-Şam de axivîn.

Di vê derbarê de koçberê bi navê Elî El Îsa yê ji bajarokê Uqeyrbat ê rojhilatê Hemayê axivî û got:

“Em vê nêzîkbûnê bi carekê red dikin, ji ber ku ew tu carî ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyê ye.

Lê belê li gor berjewendiyên dewletên biyanî ye, ku dixwazin xaka Sûriyê parçe bikin.”

Koçbera bi navê Ayde El Elî ya ji heman bajarokê jî ev nêzîbûn red kir û anî ziman ku ev ne daxwazê wan e.

Ayde diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Back to top button