Xebatên xizmetguzerî li herêmê berdewam in

Daîreya Avê ya navçeya Amûdê piştî 5 mehan xebatên sererastkirina torên bi dawî kirin.
Şaredariyên gel ên Herêma Firatê jî budceya giştî diyar kirin.
Piştî diyarkirinê îhale ji bo xebatên xizmetguzarî ragihand.

Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê îhaleyên xwe yên ji bo projeyên xizmetguzarî eşkere kirin.

Çaverê ye ku piştî nîvê Gulanê xebat ji Kobanê dest pê bikin.

Ji ber ku diyarkirina budceya giştî ya Komîteya Şaredariyan dereng ma, ev xebat jî dereng dest pê bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo budceya giştî 2 milyon û 200 hezar dolar diyar kir.

Komîteya Şaredariyan di xebatên xwe de girîngî dide sererastkirina rêyan.

Her wiha torên kanalîzasyonê ku li gelek taxan ne baş in.

Li gor Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê Hecî Ehmed diyar kir wê herî zêde xebatên sererastkirinê rojavayê bajêr pêkbînin.

Daîreya Avê ya navçeya Amûdê jî piştî 5 mehan xebatên sererastkirina torên avê bi dawî kirin.

Daîreyê, torên avê fireh kirin, bi dirêjahiya 6 hezar û 300 metre dirêj kir.

Back to top button