Rûspiyê eşîra El Welda bang li sûriyeyên li Tirkiyeyê kir û got:
“Dengê xwe nedin AKP’ê .
Dengê xwe bidin aliyên ku dê mafên we mîsoger bikin û nûnertiya îradeya we bikin.”
Yûsif El Esed bang li eşîrên Ereb ên li Tirkiyeyê kir ku dengê xwe nedin AKP’ê û got:
”AKP sedema herî mezin a wêrankirin û xirabkirina Sûriyeyê ye.
AKP’ê xêr û bêra Sûriyeyê talan kir û demografiya wê guhert.
Ev partî destwerdanê li Sûriyeyê tenê nake, di heman demê de destwerdanê li kar û barên tevahî welatên Ereban dike.”
Rûspiyê eşîra El Welda Yûsif El Esed bang li eşîrên Ereb ên li Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin kesên hêja yên nûnertiya wan bikin
Di dawiyê de El Esed bi bîr xist ku Tirk bi xwe jî li welatê xwe ji aliyê AKP’ê ve êş û azaran dikişînin.