“Hilbijartinên ji bo guhertinê wê roleke diyarker bilîze”

Nivîskar û siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî jî têkildarî Hilbijartinên 14’ê Gulanê axivî.
Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku wê rejîma faşîst ya AKP û MHP’ê birûxe.
Wê li ser gelek sûcan werin dadgehkirin û bikevin girtîgehan.

Demeke pir kurt ji Hilbijartinên 14’ê Gulanê re maye ..

Nivîskar û siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî têkildarî wê bersiva da pirsên ajansa Firatê.

Li ser pirsa ev hilbijartinên Tirkiyeyê weke yek ji girîngtirîn bûyera siyasî tê binavkirin Mihemed Emîn ev bersiv da.

“Hilbijartinên Tirkiyeyê wê çarenûsê diyar bike.

Ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn wê rolek diyarker hebe.

Ev hilbijartin wê li Rojhilata Navîn guhertinên girîng bi xwe re bîne.

Wê rolek mezin di bidawîkirina desthilata dîktator, faşîst bîne.

Eger Erdogan bikeve û artêşa Tirk vegere, wê bandorek erênî li Başûrê Kurdistanê bike.”

“Pêwîste hin aliyên Kurdî hevkariyê bi dijmin re nekin”

Pênciwênî diyar kir ku piştî guhertin li Rojhilata Navîn pêkhatin, pêwîste ew aliyên Kurd hevkariyê bi dijmin re nekin.

Pênciwênî tekez kir ku Ji bo bidestxistina van guhertinên erênî divê her kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

“Erdogan wê bi binkeve ji ber di tengaviyê de ye”

Sedemên ku Erdogan wê binpêbike çine?

Li ser vê pirsê Nivîskar û siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî ev yek got:

Sedemên binkeftina Erdogan ev in; rewşa siyasî ya Tirkiyeyê serûbin bûye.

Piştgirî û têkiliyên navnetewî yên bi Tirkiyeyê re di asta sifrê de ne.

Bihayê Lîreya Tirk di bêqîmetiyê de rekora hemû deman şikandiye.

Aboriya wê îflas kiriye, rewşa ewlekariyê gelek xirabe heta dikarim bêjim nemaye.

Di asta navnetewî de jî tenê Rûsya li rex Erdogan maye.

Ev rastî û nîşanên ku min hêjmartin ji me re dide diyarkirin ku wê Erdogan binbikeve

“Di şexsê Rêberê me de gelê me tecrîdkirî ye”

Back to top button