Ciwanên Swêdê ala PKK’ê rakirin

Li dijî van hewldanên Swêdê, ciwanên Siwêdê li paytext Stockholm çalakî kirin.

Rêveberiya welatê Swêdê ji bo ku bibe endamekî NATO’yê ketiye nava hewldanan.

Li dijî vê yekê ciwanên li welêt derketin, nerazîbûn nîşan dan û çalakiyek li dar xistin.

Çalakî di dema civîna Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ya ji bo endametiya NATO’yê pêk hat.

Ciwan li pêşiya cihê civînê kom bûn, ala PKK’ê hildan û sloganan “Na ji bo endametiya NATO’yê” avêtin.

Ciwanên Swêdî piştî çalakiyê alayeke mezin a PKK’ê bi ser pira li navenda bajêr ve kirin.

Back to top button