Îro artêşa Tirk gundên rojhilatê Babê û yên Şehbayê topbaran kir.Di topbarana li dijî gundên Şehba de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
wêne û dîmen li ser girûpa gahiyan hatine
Artêşa Tirk vê sibehê 11 gundên Şehbayê kirin armanca topên xwe.
Gundên hatî topbarankirin jî ev in;
Um Qura, Semûqa, Werdiyê, Herbel ,Bendava Şehbayê, Xerîbşe,
Dêr Qaqir, Adar, Şeale, Um El-Ebid û Medyûne.
Di encama van êrişan de 2 leşkerên Hikumeta Şamê birîndar bûn.
Artêşa Tirk gundên rojhilatê Babê topbaran kirin
Dagirkeran êrişî gundê Kork Hiyûk û mezreayên Fewaris ên li rojhilatê Babê jî kir.
Navenda Ragihandina hêzên Cebhet El-Ekrad ragihand:
”Dagirkeran 18 topên hawnê ji baregeheke xwe ya li gundê Şêx Nasir, avêtin gundan.
Duh derengî şevê jî gundê Zormixar ê rojavayê Kobanê bi çekên giran hat topbaran kirin.