Bi armanca mîsogerkirina ewlehiya herêmê operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li gundewarê rojavayê Dêrezorê 6 çeteyên din hatin girtin.
Derbarê hurgiliyên operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand.
Hate diyar kirin operasyon ji aliyê hêzên asayişê ên Taybet HAT ve hatiye li darxistin û ev agahî hatin parvekirin:
Îro di danê sibê de, li gundewarê rojavayê Dêrezorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek taybet hate lidarxisitn.
Di encama operasyone de 6 çeteyên ku beşdarî operasyonên terorîstî bûne, hatin girtin.
Her wiha hate eşkerekirin k gelek çek û cebilxaneyên bi çeteyan re jî hatine desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku operasyonên wan ên ji bo bidawîkirina bermahiyên çeteyan wê dewam bikin û ev bang kir:
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku hemû liv û tevgerên bi guman a ku aramî û ewlekariya herêmên me dike hedef, ragihînin.