HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gêrîlayên ku li Mêrdînê şehîd bûne eşkere kir û got:
“Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî 3 gerîlayên ku li Mêrdînê şehîd bûne daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku Tevî hêzên gerîla di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo îmhakirina gerîla dewam dikin û wiha got:
“11’ê Adarê li bejahiya gundê Cinata Biçûk ê li qada Omerya ya Mêrdînê, li hemberî hêzên gêrîla êrîşeke îmhayê hate destpêkirin.
Di vê êrîşê de, di navbera tîmeke me ya gerîla û dagirkeran de şer qewimî.
Hevrêyên me Canşêr, Denîz û Egîd li vê derê ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.
11 û 12’ê adarê di şer de hevrêyên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.”
HPG’ê di dawî de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwast û soza xwedîderketina têkoşîn û bîranên şehîdan da.
Agahiyên li ser nasnameya Gêrîlayên şehîd bi vî rengî ne: