Li Kobanê Şehîd Selo Mihemed hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê û Dêrazorê 3 şehîd oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Alan Bexdik li dar xist.

Şervanê Cebhet El-Ekrad a Minbicê Selo Mihemed 22’ê Nîsanê di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Her wiha Alan Bexdik li Şengalê 9’ê Nîsanê şehîd bûbû.

Ji bo oxirkirina şehîd Selo Mihemed û li darxistina merasîma xiyabî ji bo şehîd Alan Bexdik
bi sedan şêniyên herêmê li goristana Şehîd Dîcle kom bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Di dawiyê de nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Li Goristana Şehîd Xidir 2 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê jî 2 şehîdên QSD’ê yê binavê Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb oxir kirin.

Her du şehîd di 19′ê Nîsanê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button