Li Kenyayê 51 termê kesên ji tarîqatekê hatin dîtin

Li rojhilatê Kenyayê li daristanekê 51 termê endamên tarîqetekê hatin dîtin.
Serokê Dewleta Kenya William Ruto bûyer wekî “terorîstên ku ol bikar tînin” şermezar kir, lê tê gotin ku haya dewletê ji xebatên tarîqetê heye.

Ji 14’ê Nîsanê û vir ve, 51 cenaze li daristana Shakahola ya nêzîkî bajarokê Malindi yê peravê hatine dîtin.

Kesek hat rizgarkirin û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Kesên mirin weke şopdarên terîqata ‘Good news International Church’ têne naskirin, ku serkêşê vê tarîqatê ‘keşe’ Paul Mackenzie Nthenge ye û îdîa dikin ku ji bo ‘naskirina Îsa’ rojiyê digirin.

Nthenge xwe radestî polîsan kir û ji 15’ê Nîsanê ve destgîrkiriye.

Serokê Dewleta Kenya William Ruto roja Duşemê li navenda welat di merasîma mezûniyeta efserên girtîgehê de axivî û got,

“Terorîst ji bo teşwîqkirina kiryarên xwe yên hovane olê bikar tînin”

“Tiştê ku em li Shakahola dibînin dişibin terorîstan.”

Ruto got, “Terorîst ji bo teşwîqkirina kiryarên xwe yên hovane olê bikar tînin.

Kesên mîna Mackenzie olê bikar tînin da ku heman tiştî bikin.”

Li ser rewşa termên ku li zêdetirî 300 hektar daristanê hatine dîtin û çiqasî di bin axê de mane, hîn ti agahî nînin.

Li gorî Xaça Sor a Kenyayê “heta niha 112 kes winda bûne.”

Li gorî Xaça Sor a Kenyayê “heta niha 112 kes winda bûne.”

Hin şopdar hîn jî di daristanê de ne.

Yek ji wan roja Yekşemê hat dîtin.

Hovîtiya encambûyî, li ser helwesta desthilatdaran ku ji sala 2017’an û vir ve haya wan ji xebatên “papaz” heye, rê li ber pirsnîşan û rexneyan zêde vedike.

Di sala 2017’an de Paul Mackenzie Nthenge bi hinceta ku di încîlê de perwerdehî tune ye û ji ber ku parêzvaniya dûrxistina gelek zarokan ji dibistanê dikir, hat girtin.

Piştî ku du zarok li ber destê dê û bavên xwe ji birçîna mirin û paşê wan defin kirin, meha borî dîsa hat girtin.

Lê belê, ew bi kefaleta 100,000 şîlînê Kenya (nêzîkî 670 euro) hate berdan.

Ev skandal nîqaşa li ser kontrolkirina îbadetê li Kenya zêde dike

Ev skandal di heman demê de nîqaşa li ser kontrolkirina îbadetê li Kenya zêde dike.

Hewldanên berê yên rêziknameyê rastî dijberiyên tund hatin.

Wezîrê Karên Hundir Kithure Kindiki roja Yekşemê li ser Twitterê got:

“Ev komkujî binpêkirina eşkere ya mafê mirovan a azadiya îbadetê ya ku di Destûra Bingehîn de hatî destnîşan kirin e.”

Back to top button