Artêşa Sûdanî banga tevlêbûnê li hêzên piştevaniya lezgîn dike

Bi derbasbûna hefteya duyemîn re, asta şerê li Sûdanê hinekî kêm bûye.
Dewlet jî dixwazin vê yekê keysbaz bikin û welatiyên xwe ji Sûdanê derxin.
Rewşa kurdên li Sûdanê jî dijwar e û hikumeta Şamê, tevî ku bi hezaran welatiyên wê li Sûdanê ne, hîna bêden e.

Artêşa Sûdanî bi daxuyaniyekê, agahiyên kontrolkirina koşka serokomarî û navendên fermandariya Artêşê, derewandin.

Artêşa Sûdanî Hêzên Piştivaniya Lezgîn bi bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî, tawanbar kir.

Artêşê diyar kir ku wan kariye Hêzên Piştevaniya Lezgîn li paytextê ji hev bela bikin û bang li wan kir ku tevli Artêşê bibin û li dijî dewletê dernekevin.

Bi daketina asta şerê li Sûdanê re, gelek dewlet, ji bo derxistina welatiyên xwe di nava tevgerê de ne.

Ji ber topbarana berdewam a li ser balafirgeha Xurtûmê, bikaranîna wê xeternak bû.

Destpêka vê hefteyê DYA bi 3 helîkopteran, nêzî 100 welatiyên xwe ji Xurtûmê derxistin.

Îro Duşemê jî Fransa û Almaniya ragihand, wan nêzî 700 kesî ji Sûdanê derxistine, lê nasnameyên wan eşkere nekirin.

Endonîziya ji aliyê xwe ve ragihand ku heta niha 500 hemwelatiyên wê gihîştine bendergeha Portsûdanê.

Her wiha Çîn, Danmark, Lubnan, Hollanda, Swîsre û Siwêdê, hemû welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin.

Çavkaniyeke Dîplomatîk da xuyakirin ku nêzî 700 endamên NY, rêxistinên ne hikûmî û balyozxane, tevî malbatên xwe, bi karwanekî gihîştin Portsûdanê.

90 Hezar Sûrî li Sûdanê ne û hikumeta Şamê bêdeng e

Bi derketina aloziya li Sûriyê re, bi hezaran Sûrî berê xwe da Sûdanê.

Li gorî daneyan, li Sûdanê nêzî 90 hezar welatiyên Sûrî hene, lê heta niha hikumeta Şamê tu gav ji bo derxistina wan ne-avêtiye.

Di nav Sûriyên li Sûdanê de, Kurd jî hene û ew jî di nav zehmetiyan de ne.

Kurdên li Sûdanê di nava zehmetiyên mezin de ne

Hemo Îbrahîm Rehmano yek ji Kurdên li Xertûmê ye û nasnameya Sûdanê hildaye.

Rehmano dibêje li Xertûmê nêzî 200 malbatên Kurd hene, hemûyan jî ji ber şer, berê xwe daye bajarên din ên ewle û tevî malbatên sûdanî dimînin.

Piştî kuştina 3 karmendên wê, Rêxistina Xurekan a Navdewletî ku alîkariyê pêşkêşî çariyekê ji xelkê Sûdanê dike, karê xwe rawestand.

Li gorî daneyên herî dawî, di vî şerê de heta niha 420 kes hatine kuştin û 3 hezar û 700 jî birîndar bûne.

Sala 2021 Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn, bi hev re darbeya leşkerî li welêt pêk anî.

Piştre di danûstandinên li ser tevlêkirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn li nav Artêşê û avakirina hikumeteke nû, di navbera her du hêzan de nakokî derketin û veguherî şer.

Back to top button