Di şeva Yelda de gel serdana gorên cangoriyên serhildanê kirin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi pêşengiya jinan û xwandekaran didome.
Tevî gef û êrişên hêzên dewleta Îranê jî welatî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û qadan naterikînin.
Di şeva Yelda de kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatine qetilkirin hatin bîranîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zêdetirî 3 mehin berdewam dike.

Di şeva Yelda ku şeva herî dirêj a salê ye, kesên di raperînê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn û welatiyan gul danîn ser gora wan.

Herwiha çalakgeran nerazîbûn nîşan darvekirina girtiyan dan.

Bi heman awayî li bajarê Serdeştê cangoriyê bi navê Hêmin Hemze di çilrojiya xwe de hate bibîr anîn.

Li bajarê Sine û Seqizê, xwepêşanderan rê girtin û dirûşmeyên, ‘Binre dîktator’ bang kirin.

Gel li dijî dewleta Îranê li qadan e

Li Kirmaşanê jî xwendevanên keç bi dirûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan.

Li dibistaneke Sineyê jî xwendevanên keç kesên di raperînê de jiyana xwe ji dest dane bîr anîn.

Her wiha li ser ser asta Îranê jî bi boneya Şeva Yelda welatiyan serdana gorên cangoriyan kirin û ew bi bîr anîn.

Dîsa li hinek herêmên Tehranê bi tevlîbûna jin û ciwanan meş û çalakî pêk hatin.

500 Sînemavanên cîhanî daxwaza berdana Terane Elîdostî kirin

Li aliyê din nêzî 500 sînemavanên cîhanî daxwaza demildest berdana lîstîkvana Îranî Terane Elîdostî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Terane Elîdostî di 17’ê Kanûnê ji ber piştevaniya xwepêşandanan kirirbû ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû girtin.

Back to top button